Abdullah Söylemez
29 Nîsan 2025•Rojanekirin: 01 Gulan 2025
Berfa li ser çiyayên bilind ên Agiriyê di biharê da dîmeneke zivistanê pêşkêş dike.
Li deştên bajêr berf dihele, lê li herêmên çiyayî hê jî berfa spî serdest e.
Li navçeya Taşliçayê berfa ku li ser çiyayên derûdora Gola Masiyan serdest e di dawiya meha nîsanê da dest bi helandinê kir.
Çiyayên ku li aliyekî wan bihar û li aliyê din jî zivistan e, dîmenên balkêş derdixin holê.
Piştî ku berf heliya golên biçûk çêbûn û gelek çûk hatin herêmê.
Dîmenên çiyayên ku bi berfê hatine nixûmandin û qadên avî yên li dora çiyayan bi dronê hatin kişandin.