Zafer Tayfur,Yılmaz Kazandıoğlu
10 Nîsan 2024•Rojanekirin: 11 Nîsan 2024
Li deverên bilind ên Wanê berf barî, piştî barana ku li nava bajêr barî jî li hin taxan lehî rabû û avê da binê xaniyan.
Li bajêr ji duh va barana gur û berfê tengasî da kişandin.
Li ser rêya Wan û Hekariyê bişev li texma dirba Kurubaş û Guzeldereyê berf barî û şofêran tengasî kişand.
Li navendê jî ji ber barana gur li hin taxan lehî rabû, avê da binê hin xaniyan.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser êxbaran çûn hewara herêmên ku lehî lê rabû.
Li navçeya Başkaleyê jî duh barana gur barî û destê sibehê jî vegerande berfê.
Navçe di binê berfê da spî bû û welatî wextê ku ji bo nimêja eydê û ziyareta goristanê ji malên xwe derketin, rastî berfê hatin.