Ji sedî 58ê Bendava Ataturk ya ku bendava herî mezin a Tirkiyeyê ye tijî av e.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) berhev kir, rêjeya ava di Bendava Ataturk da zêde bû.
Bi taybetî jî bi barana ku meha nîsanê barî va ava bendavê zêde bû. Rêjeya tijîbûna avê li gor ji vir 3 meh berê ji sedî 15 zêde bû û xwe gihande ji sedî 58an.
Ava Bendava Ataturk bi 4 milyar metrekupî va du qatê ava Bendava Derînerê ya ku bendava herî kûr a Tirkiyeyê ye.
Ji 3 paya payeke avê ji bo avdana zevî û çayîran hatiye veqetandin, ava vexwarinê jî 7 milyar metrekup e.
- "Kêmasiya avê tune"
Midûrê Herêma 15an a DSÎyê Oguz Kasap daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li gor barana li herêmê asta avê normal e.
Kasap destnîşan kir ku bi barana biharê va av bilind bû, ji bo ku rêjeya avê xwe bigihîne asta herî bilind divê av qasî 6 metreyan dîsa bilind be.
Kasap got ku di bendavê da kêmasiya avê tune û wiha pê da çû: "Niha ji sedî 58ê Bendava Ataturk tijî ye. Bi barana biharê va av bilind bû. Ji bo ava ku hewce dike niha tu pirsgirêk û kêmasiya me tune."