Aydın Arik
17 Tebax 2024•Rojanekirin: 20 Tebax 2024
Li Diyarbekirê di pevçûneke çekdarî ya di navbera 2 koman da 2 kes birîndar bûn.
Li ser caddeya Rizvanagaya taxa Koparatîflerê ya navçeya navendî ya Yenîşehirê, 2 komên ku neyartî di navbera wan da hebû pevçûn.
Di pevçûneke tê da çek hatin bikaranîn da H.N û A.N birîndar bûn.
Ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.