Ahmet Kaplan
31 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2024
Li Diyarbekirê ji ber mij û xumama zêde, mesafeya dîtinê daket.
Li bajarê ku di veguhestina wê da tu astengî çênebûn, li cihên mesafeya dîtinê daket, ajokaran farên wesayîtan vekirin û bi baldarî wesayît ajotin.
Ji ber mijê, ekîbên trafîkê li ser rêbejayan tedbîr sitandin.
Ekîban ajokar hişyar kirin ku mesafeyê bihêlin û wesayîtê bi beza nejon.
Ji aliyekî din va hin seferên balafiran ên ji bo serê sibehê hatibûn plankirin nehatin kirin.
Peywirdarên meteorolojiyê ragihandin, tesîra mijê piştî nîvro dê bişkê, lêbelê ber êvarê dê cardin bandora xwe nîşan bide.