25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Şaredariya Yenîşehirê ya Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ji bo ku balê bikişîne ser bûkên zarok, afîşek li bîllbordan va kir. Lê di afîşê da xêza karîkaturîstekî danîmarkî ya ku di xwe da "ji bo Hz. Mihemmed heqaretê" dihewîne, emilandin. Welatiyan jî bertek nîşanî afîşê dan.
Welatî Ehmet Eren ji peyamnerê AAyê re got ku di warê dîrok, bawerî û menewiyatê de Diyarbekir bajarekî girîng e û ew, kesên ku di afîşê de berpirsiyariya wan hene, şermezar dike.
Eren îdia kir ku afîş bi awayekî zanetî hatiye amadekirin û wiha got, "Divê herkes di vê mijarê de berteka xwe nîşan bide."
Eren got ku kesên ku karîkaturan xêz dikin, tê da heqaretê li Pêxember dikin û li bîllborda va dikin, misilmanan diceribînin û wiha pê da çû:
"Bira derkevin û fikra xwe eşkere bêjin. Partiyeke ku evqas rayê distîne, divê xwedî li nirxên gelê xwe derkeve. Li Diyarbekira ku bajarê sehabeyan e kiryareke wiha kirêt û heqaret e. Îro dema em mêze dikin, em dibînin ku li her platformê herqaretê dikin. Em ji pêşengên wan jî dibînin. Li her derî Îslamê hildidin pêşiya xwe û êrîş dikin. Heger HDP bixwaze ji gelê kurd rayê bistîne, divê nirxên wan biparêze."
Bûrhan Babrak jî got ku afîşa şaredariyê afîşeke pir xirab e.
Babrak diyar kir ku divê hemû alema Îslamê afîşê şermezar bike û wiha xeberda, "Ev bûyera yekemîn nîne şaredarî dike. Beriya niha jî êrîşên bi vî rengî pêk anîn. Ez bangî HDPyê dikim; evqas însanî raya xwe daye we. Hûn dizanin ku ev milet misilman e. Ji ser bawerî û dînê vî miletî siyasetê nekin. Dîn û baweriya me nekin amûrê armancên xwe yên qirêj."
Babrak got ku ewê li hemberê wan kesên ku heqaretê Pêxember dikin bêdeng nemînin.
- "Dema min afîş dît, kela min tijî bû, ez giriyam"
Salîh Çugulatay jî destnîşan kir ku dema wî afîş dît ew giriya û wiha axivî, "Divê ev afîş wekî tiştekî ji rêzê neyê dîtin û li hember wê xwe kerr nekin."
Li Diyarbekirê, Şaredariya Yenîşehirê ya PHDyê li ser bertekan afîş rakiribû û daxuyandibû kesê ku di afîşê de berpirsiyariya wî heye, ji kar hat avêtin.
Herwisa Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî der heqê afîşa ku bibû sedema bertekan de li dijî rayedarên şaredariyê lêpirsîn dabû destpêkirin.