16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
AGRI
Li Dogubazida navçeya Agiriyê otobêseke Îranê û wesayîtek li hev qelibîn. Di qezayê de 7 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan wesayîta ku plaqeya wê 34 JR 7176 bû û di hundirê wê de 8 kes hebûn li taxa Hasan Keyîfê bi otobêseke rêwiyan a Îranê ya ku plaqeya wê 55 D27410 bû ve li hev qelibî.
Ji 8 kesên di wesayîtê de bûn 7 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dogubazidê û cesed jî rakirin morgê.
Kesên ku di otobêsa Îranê de bûn piştî qezayê ji cihê bûyerê reviyan û çûn.
Ji bo ku nasnameya mirî û birîndaran bê tespîtkirin xebat dewam dikin.
Nasnameya 7 kesên ku di qezaya li Dogubazîda navçeya Agiriyê de miribûn hat eşkerekirin.
Piştî qezayê cesedê 7 kesên ku di wesayîtê de asê mabûn rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dogubazîdê. Li wir nasnameya van kesan hat tespîtkirin.
Hat eşkerekirin ku di qezayê de şofêr Îsmet Sarihan, rêwî Mehmet Şahîn, Nurî Tosun, Fahrettîn Tosun, Ahmet Sokmen, Kasim Kutlu û Feyzî Gultekîn mirin.
Ji bilî vê birîndar Îbrahîm Eraslan di nexweşxaneyê de tê tedawîkirin.