16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê di qezaya ku çêbû de ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otomobîla ku Nûsret Denîz diajot nêzî Taxa Gunbaliyê ku 30 kîlometro dûrî navenda bajêr e wergeriya.
Di qezayê de digel ajokar ji heman malbatê Mîne, Elvan, Eyyup û Îsmaîl Denîz jî birîndar bûn û birîndar bi ambûlansan rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Şanliûrfayê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.