Hüseyin Demirci,Günay Nuh
22 Adar 2026•Rojanekirin: 23 Adar 2026
Li Erdexan û Qersê berf ket, hewa sar bû.
Li Sariqamişa navçeya Qersê ji duh êvarê va dem demî berf dibare.
Bi barîna berfê ra navçe spîçîl bû.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir. Şaredariya Sariqamişê tevî ekîbên Midûriyeta Herêma 18em a Rêbejayê xebatên verotina berfê dan destpêkirin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr jî li ser rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
Li Erdexanê li cihên bilind berf barî.
Bi barîna berfê ra cihên bilind ên bajêr bi berfê nixumîn.