Selami Küçükoğlu
08 Sibat 2022•Rojanekirin: 12 Sibat 2022
Li Erziromê di çarçoveya "Hilpaskbûna Cemed û Zinaran a Emrah Ozbey ya Navneteweyî" da ku ev cara 8an e tê lidarxistin werzişvanên hatin bajêr hilpaskî şirşirnega cemidî bûn.
16 werzişvanên ji 7 welatan ên ji bo çalakiya di pêşîkêşiya Walîtiyê da tê lidarxistin hatin Tortum û Uzundereya navçeya Erziromê û li vê derê hilpaskî 13 şirşirnegên tebiî bûn.

Werzişvan di çalakiya hefteyekî dewam kir da bi ekîpmanên taybet va hilpaskî şirşirnegan bûn.
Walî Okay Memîş hilbaskbûna li Demîrcîlera taxa Tortumê temaşe kir, piştî vê daxuyanî da û got ji ber ku mazûvaniya çiyagerên bi nav û deng ên dinyayê dikin gelekî kêfxweş in.

Memîş got organîzasyon li dinyayê jî girîng e û wiha pê da çû:
"Ji bo çalakiya ku cara 8an e li dar dixin em li vê derê ne. Tebîeteke bêhempa heye, havînan ji şirşirnegê av dikişe û niha jî cemidî ye. Em li Erziromê mazûvaniya werzişvanên ji Rûsya, Azerbeycan, Qirxizistanê û welatên din hatine dikin. Çalakiyên wiha nîşan didin ku em parçeyekî tebîetê ne. Dibê em rêzê nîşanî tebîet û hawirdorê bidin. Mixabin sporên ekstrem li dinyayê zêde nayên tercihkirin. Em ji tebîeta xwe hez dikin û lê xweyî derdikevin. Ev ji bo me organîzasyoneke girîng e. Ji kesên keda wan tevlî bûn ra sipas dikim."

Li herêmên hilpaskbûnê cendirmeyan tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hildan û ekîbên Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) jî amade bûn.