Günay Nuh,Selami Küçükoğlu,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik
08 Sibat 2022•Rojanekirin: 08 Sibat 2022
Li herêma rojhilatê sir û sermayeke zehf zêde heye.
Li Erziromê berf dem demî dibare û serma jî çêdibe, li cihên bilind jî bager heye, mij û dûmanê xwe avêtiye her derê.
Li bajêr pêyarê û rêyan cemed girt, kaniyên mizgeftan jî ji ber ku qeşa girtin nakişin.
Hin welatiyan xwarin û êm danîn kuçe û kolanan ku heywan birçî nemînin.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber berf û sermayê pêyarê û rêyan cemed girt.
Welatiyan betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe da ku ew qeşa negrin.
- Agirî
Li Agiriyê ji ber sermayê bi banê xanî û dikanan va şembelîk çêbûn.
Li bajêr av û çeman qeşa girt.
Welatiyan betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe.
- Qers
Li Qersê jî heywan ji ber sir û sermayê bê xwarin û alif man.
Li navçeya Selîmê roviyekî birçî yê ku ji xwe ra xwarinê digeriya hat dîtin.
Li gundan ji ber berfê dîmenên xweş derketin holê.