21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
İSTANBUL
Li Fatîhê 2 kes bi mortorsîklet hatin qehwexanê û bi çekan êrişî komekê kirin. Di bûyerê de 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li kuçeya Hasan Kazim Beya taxa Şehît Omerê, 2 kes bi motorsîklêt hatin bal qehwexanê û bi çekan êrişî komekê kirin. Di êrişê de 6 kes birindar bûn. Welatiyên li cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê. 2 kesên ku êriş kirin û nasnameyên wan ne diyar jî reviyan.
Piştî bûyerê polês ji bo 2 êrişkarên reviyan bên girtin dest bi xebatê kirin. Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran xedar e.