Fevzi Kemal Karagöz
28 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2026
Li Gazîentabê taviya baranê tesîreke neyênî li jiyanê kir.
Li bajêr ji ber barana ku car caran tesîra xwe zêde kir, di kuçe û kolanan da av gol bû.
Welatiyên ku bêamadekarî li ber baranê man, zehmetî kişandin.
Hinek welatiyan xwe sipartin cihên girtî, ajokaran jî ji ber ava golbûyî, di ajotina wesayîtan da zehmetî kişandin.
Ji ber taviya baranê li seranserî bajêr di veguhestinê da astengî û derengketin çêbûn.
Ji ber baranê her wiha ava Çemê Allebenê jî zêde bû.