Haydar Şahin
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
GAZÎANTEP
Li Erebana navçeya Gazîentabê zarokên ku ji germahiya hewayê aciz dibin di Çemê Sitmapinarê da şa dibin.
Li Erebena ku bi roj germahiya hewayê lê digihêje 45 pileyan welatiyên ku ji germahiyê aciz dibin xwe di Çemê Sitmapinarê da hênik dikin.
Gelek kesên ku di seranserê havînê da ji germahiyê aciz dibin bi malbata xwe ra tên rexê çêm û kêfa ava temîz û sar derdixin.
Zarokên ku malbatên wan li rexê çêm bîna xwe didin jî dikevin ava çêm û pê şa dibin.
Welatî dibêjin ji ber germahiya hewayê ya li navenda navçeyê zehf aciz dibin, ji bo ku hinekî hênik bibin jî tên rexê Çemê Sitmapinarê ya ku 18 kîlometreyî li dûrî navçeyê ye.
Welatiyan destnîşan kirin ku zarokên wan dikevin ava çêm a temîz hênik dibin ew jî li rexê çêm bîna xwe didin.