Mesut Varol
08 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
VAN (AA) - Li dêra Girava Axtamarê ya li Gola Wanê ya ku bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê salê carekê ji bo îbadetê tê vekirin, merasîma 12emîn a îsal dest pê kir.
Keşîş û ziyaretvanên ku ji bo beşdarî merasîmê bibin hatin bajêr, ji Îskeleya Gewaşê bi keştiyan çûn giravê.
Patrîkê Ermeniyan ê Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Kaspar Garabetyan û Pederê Pispor Drtad Uzunyanê ku bi keşîşan ra hatin giravê, demekê bi ziyaretvanan ra sohbet kirin.
Piştî ku amadehî qediyan Uzunyan ayîn da destpêkirin.
Ayîna ku Maşalyan serokatiya wê kir ji hêla gelek kesan va hat temaşekirin.