Rauf Maltaş
08 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
Li Gobeklîtepeya Şanliurfayê ya ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û wek "xala destpêkê ya dîrokê" tê binavkirin, gera bi balonê ya hewaya germ dest pê kir.
Li vê qada dîrokî ji bo ziyaretvanên herêmî û biyanî derfetên nû yên gerê tên pêşkeşîkirin.
Ji bo ku bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Hewayî ya Sivîl li esmanê Gobeklitepeyê balonên hewaya germ bikaribin bifirin, xebat hatin destpêkirin.
Firîn berê hatibûn ceribandin, lê ji ber nexweşiya Kovîd-19yê û erdhejên 6ê Sibata 2023an ew hatibûn paşxistin.
Piştî temambûna amadehiyan firîna bi balonan dest pê kir.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajarê Şanliurfayê Aydin Aslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di çarçoveya projeya ku ji sala 2019an vir va dewam dike da seferên ticarî ji îro pê va dest pê kirin.
Aslan da zanîn ku bi saya balonê derûdora Xirbeyên Gobeklitepeyê dikarin ji esman jî bên dîtin û wiha got: "Bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê sefer tên kirin. Balona hewaya germ wekî karekî bazirganiyê ya ku nirxa wê zêde ye ji bo bajarê me hat plankirin. Ji îro pê va firînên bazirganiyê dest pê kirin. Em bendê ne ku hem di hejmara mêvanan da û hem jî di hejmara ziyaretvanên ku wê li bajêr bimînin da zêdebûn çêbibe."
Seroka Daîreya Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê Merve Ofluogluyê jî ji ber destpêkirina seferan kêfxweşiya xwe anî ziman.
Ofluogluyê got bi saya seferên balonê ziyaretvan wê bikaribin ji esman jî Gobeklîtepeyê bibînin û turîzma bajêr jî wê pêşva here.
Pîlota balonê Bîlge Ezelê jî destnîşan kir ku wan karê nasandinê ya gera balonê temam kiriye, êdî mirov rezervasyonan dikin û bi saya vê turîzma bajêr wê geş bibe.