Önder Beyter
22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
ÎSTANBUL
Alk. Doç. Dr. Hîlal Ozkayaya Midûra Navenda Sepan û Lêkolînê ya Kal û Pîrbûna Bitenduristî ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê bi minasebeta hefteya kal û pîran va daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku kal û pîrbûna bi awayê kronolojîk, hem li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê û hem jî li gorî Tirkiyeyê di 65 saliyê da dest pê dike. Herwiha Ozkayayê bal kişand ku destpêkirina kal û pîrtiyê li gorî gorî çand û welatan jî diguhere.
Ozkayayê diyar kir ku kal û pîrbûn ne bi tenê di warê kronolojîk da herwisa di warê biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk da jî xwe dide der û pêvajoyeke bi vî rengî ye û wiha dewam kir, "Nîşangehên tenduristiyê yên gelek kal û pîrên ku temenê wan yek e, li gorî bê ka di civaka sosyal da çiqas aktîf in û herwiha li gorî emrê xwe di jiyana xwe da heta çi radeyê rolan werdigirin, diguhere."
Ozkayayê diyar kir ku vê axiriyê êdî nexweşiyên kronîk heta radeyekê tên tedawîkirin, însîdansa nexweşiyên şêwbê berjêr bûye û herwiha di warê teknolojiyê da jî tenduristî pêş ketiye ku ev geşepêdan tevda li ser wê yekê bandoreke erênî dike ku hem li dinyayê û hem jî li Tirkiyeyê temenê mirovan dirêjtir be. Ozkayayê herwiha got ku nifûsê salxurde, li gorî temamê nifûs zêde dibe û wiha dewam kir:
"Dema em li daneyên dinyayê mêze dikin, em dibînin ku di 2013an da 900 milyon kes ji ser 60ê xwe ra bûn ku ev reqam wê di 2050î da bibe 2 milyar û rêjeya wê jî wê bibe ji sedî 22. Anku ji her 5 kesî yek jê wê di 60ê xwe an jî ji ser wê ra be. Dema em li daneyên li welatê me mêze dikin, em dibînin ku rêje nêzîkî hev in. Herwiha dema em mêze dikin, em dibînin ku li welatê me hejamara jinên ku tenê dijîn û herwiha hewcedariya wan heye, zêde dibe ku ev yek ji bo civaka me pir girîng e. Bi gotineke din û eşkere, ji neferên malê dema mêr heta dimire, jina wî lê dinihêre. Lêbelê ev yek ji bo pîrejinan wiha nîne. Bo nimûne, kalên ku jinên wan mirine rêjeya wê ji sedî 12,5 e, lêbelê ev rêje di jinebiyan da ji sedî 49,8 e."