Haydar Şahin
24 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
MALATYA
Li Qeleya navçeya Meletyeyê Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê hezar û 764 mirîşkên xwemalî yên hêkan, 266 dîk li 150 cotkarî belav kir û 35 mî û 2 beran jî dan cotkarekî xort.
Mehmet Sigayê Wekîlê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku varikên 16 hefteyî yên ku hatin belavkirin di hefteyên 19 û 21an da dest bi hêkan dikin.

Siga got mirîşk di salê da 240-260 hêkî dikin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku li navçeya xwe mirîşkan zêde bikin û hêkên tebiî hildin û wekî mayîn di van salên dawîn da li navçeya me kurm û kulî dikevin baxçeyên zerdeliyan ji bo têkoşîna biyolojîk jî ev mirîşkana bi kêr tên."

Siga diyar kir ku di çarçoveya "Projeya Cotkarê Ciwan" a Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê da 25 miyên qerqaş û 2 beran jî da Salîh Balciyê cotkarê ciwan.
Siga destnîşan kir ku li navçeyê heywandariya pêz hema bêje qet tune û wiha pê da çû: "Ji bo ku pêşî li koça ji gundan ber bi bajaran tê kirin bibirin em proje û piştgiriyên wezareta xwe digihînin gundan ku ji ciwanên me bibin xwedîkar. Daxwaza me ew e ku li navçeyê heywandariya pêz pêş bixin."