Li Hakkariyê Navenda Piştgiriya Malbatê (NPM) bi munasebeta meha muheremê eşûre belavî kesên diçin kursê kir.
Midûrê Bajêr yê Polîtîkayên Civakî û Malbatê Abdulbakî Aydin diyar kir meha muheremê meheke girîng e û di nav wan çar mehan de ye ku Qur'ana Pîroz qîmetê didê.
Aydin wiha axivî:
"Eşûre di vê mehê de şeva herî girîng e. Xwedê gelek diayan di vê rojê de qebûl dike. Tu sal, meh û rojên Xwedê nînin. Ev roja ku 10ê meha muheremê ye li cem Xwedê cûda ye. Di van rojan de rojî girtin gelekî bi xêr e."