VAN
Çiyayê Erekê bi bilindahiya xwe 3 hezar û 200 mêtro ye. Bi dîmen û xweşikiyên xwe her tim bala seyah û hezkiriyên siruştê dikşîne ser xwe.
Hezkiriyên siruştê û meraqdarên wêneyan serê sibê zû, ango beriya tavê hildikişin çiyayê Erekê. Ev rêwîtî nêzî 3 saet û nîvan dewam dike. Hezkir û meraqdarên siruştê piştî vê hilkişînê gelek dîmenên ji hev xweşiktir dibînin.
Kesên ku derdikevin serê vî çiyayî hest û fikrên xwe di dema bêhnvedanê de dinivîsînin.
Hezkiriyên siruştê ji aliyekî de berfa salê ya ewil a ku li çiyê bariye tehm dikin û ji aliyekî de jî çaya ku bi xwe re anîne li serê vî çiyayî vedixwin.
Ji lûtkeyê, Wan gelekî xweş xuya dike, gerok û hezkiriyên siruştê dîmenên ji hev xweşiktir li vê derê dikşînin û ji bo ku di tariyê de nemînin beriya êvarê berê xwe didin jêr û dest bi meşê dikin.