28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê ew ê hetanî nîvê şevê dewam bike.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 121an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewravî be. Li dorberê Erzirom, Ezirgan û Erdexanê hetanî êvarê, li dorberê Qers, Agirî û Îdirê jî hetanî nîvê şevê berfê bibare.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 13, li Erziromê di binê sifirê da 12, li Agirî û Ezirganê di binê sifirê da 9 û li Îdirê jî di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 2, li Erdexan, Ezirgan û Agiriyê di binê sifirê da 3, li Qersê di binê sifirê da 5, li Erziromê di binê sifirê da 7 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 102, li Erziromê 48, li Qersê 33, li Erdexanê 22, li Îdirê 14 û li Ezirganê 7 santêm hat pîvandin.
Hat diyarkirin ku li piraniya herêmê berfê bibare, carcaran ba û bagerê rabe û dibe ku di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derkevin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira ji ciyên berwarî dûr bisekinin, dibe ku aşît bikeve.