28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
AGRI
Li Agiriyê zaroka ku hewale derbas dikir piştî xebata ku 2 saetan ber xwe da rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo Dîlanur Kayaya ku li Turkeliya gundê Elajgirê hewale derbas kir ji ekîbên serwêsa acil a 112ê alîkarî hat xwestin. Rêya ku ji ber berf û baranê hatibû girtin bi xebata ekîbên îdareya taybet a bajêr a ku 2 saetan ber xe da hat vekirin.
Ekîbên serwêsa acil a 112ê piştî vekirina rê midaxeleyî Dîlanur Kayaya 5 salî kirin.
Hat ragihandin ku rewşa Kayaya ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elajgirê baş e.
Yalçin Kayayê bavê Dîlanurê daxuyanî da nûçegihanan û got, "Piştî barîna berfê bi bagerê rêya me hat girtin û me jî alîkarî xwest. Ji bo alîkariyê em ji ekîbên îdareya taybet û yên tenduristiyê ra sipas dikin.