Önder Beyter
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bedlîsê kewarên hingivê Karakovan (kewarê reş) ku li zozanên 3 hezar mêtro bilind tên hilberîn û herwiha ji aliyê tam, aroma û qalîteya xwe va ji yên wekî xwe vediqete, hatin vekirin.
Li ciyên bilind ên navçeyê ku floraya wê dewlemend e, bêyî ku madeyeke destpêketî tevda bikin, hingivê kewarê reş tê hilberîn ku nirxa prolîna (yek ji 20 amînoasîtên ku proteîn jê çêdibin) wê jî zêde ye. Îca piştî zehmetiyeke demdirêj dema vekirina kewaran e.
Ev hingiv di hundirê kewarên taybet da tê girtin ku kewar bi xwe jî ji dara biyê tên çêkirin û herwiha dora wê jî bi rêxê tê siwaxkirin da ku germ lê nexe û rêjeya hulm gulmê zêde neguhere. Kîloya vî hingivê taybet jî bi 150-300 lireyî tê firotan.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingivê Hîzanê Seyîthan Ekinci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan kewarên li zozanê Şemsanê ku qedera 3 hezar metreyî bilind e, vekirin.
Ekinci bal kişand ku kewar li navçeyê tên çêkirin û herwiha hingivê vî kewarî yê ku ji sedî sed tebiî ye, ji aliyê tam, aroma û qalîteya xwe ji yên din vediqete û wiha xeber da, "Di demsala biharê da em devê kewaran digirin û datînin ciyên bilind. Em bi tu awayî dermanên kîmyayî û madeyên destpêketî nadinê. Dema em payîzê vedikin, em hingivê xwe jê derdixin."
Ekinci diyar kir ku 560 endamên yekîtiyê hene, ji van jî 310 heb bi awayekî aktîf dişixulin.
Ekinci dîsa destnîşan kir ku li navçeyê ji 75 hezar kewarî qedera ji sedî 80yî wan kewarên reş in.
Ekici got ku hingivê kewarê reş bi qalîteya xwe derdikeve pêş û wiha xeberda, "Li zozan û çiyayên Hîzanê ku mêşvan kewarên xwe lê datînin, gelek gûnî, catrî û nebatên wekî din hene. Li gorî analîza ku me bi zanîngeha Egeyê da kirin, li herêmê qedera 5 hezarî cinsên kulîlkan hene. Ji van nêzîkî 350 heb nebatên hingivê ne. Mêşvan ji van kulîlkan sûdê werdigirin."
- "Hezar û 200 ton hingiv hat rakirin"
Ekinci bal kişand ku hewaya hênik li hingivê kewarê reş tê û wiha pê da çû:
"Wekî mêşvanên hîzanî em di vê mijarê da pir bextewar in. Ji ber ku havînê li van zozanên bilind pileya germahiyê herî zêde derdikeve 22 pileyan. Anku hewa hênik e ku ev yek li hingiv tê û qalîteya wê zêdetir dike. Aniha vekirina kewaran dewam dike û heya niha jî nêzîkî hezar û 200 tonî hingiv hat rakirin. Wekî yekîtî em gihîştin armanca xwe. Dîsa em vî hingivî dişînin hem nava welat û hem jî dervayî welat."