İbrahim Atmaca
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
AGRI
Îlhamî Yildiz li Agiriyê hekîmê diranan e û 20 sal berê ji Dibistan Seretayî ya Karabogayê mezûn bû. Yildiz ji bo ku deynê xwe yê wefayê bide li dibistanê dev û diranên xwendekaran bê pere kontrol û tedawî dike.
Îlhamî Yildizê hekîmê diranan li gundê Ziyaretê hatiye dinyayê û 32 salî ye. Yildiz ji bo ku deynê xwe yê wefayê yê dibistana ku tê da xwend bide, beşdarî "Projeya Kontrolkirin û Tedawîkirina Dev û Diranan" bû. Proje bi destê Weqfa Îbrahîm Çeçen (IC) va tê meşandin.
Yildiz di çarçoveya projeyê da dev û diranê hemû xwendekaran kontrol dike û tedawiya diranên riziyayî dike û diranan dadigire.
Yildiz bi xwendekaran ra eleqedar dibe û pirtûk, firçeya diranan, macûna diranan ji xwendekaran ra diyarî dike.
Îlhamî Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew piştî bû dixtor, vegeriya welatê xwe Agiriyê û di polîklînîkeke taybet da dest bi xebatê kir.
Yildiz diyar kir, wî di çarçoveya projeyê da li gundê xwe bê pere dev û diran kontrol kirin û piştî çendîn salan ji xwendekarên dibistana wî ya berê ra xizmet kir û vê xizmetê ew kêfxweş kir.
Yildiz destnîşan kir ku malbatên xwendekaran jî pir kêfxweş bûn.
Kordînatora Projeyê ya Weqfa ICyê Ayça Jonesê jî got ku Yildizê hekîmê diranan jî dema ku xwendekar bû, weqfê bûrs didayê.
Jonesê got ku piştî Yildiz bû dixtor bi rêya weqfê ji xwendekarên gundê xwe ra xizmet kir û ew jî jê kêfxweş in.