Haydar Şahin
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
BITLÎS
Hîzana navçeya Bidlîsê ya ku ji ber xweşikahiyên tebiî û çandî wekî "bihuşta veşartî" tê zanîn îsal kêmzêde ji hezar û 500 wênekêşên ji Tirkiyeyê û herêmên cuda yên dinyayê ra mazûvanî kir.
Hîzana navçeya Bidlîsê di van demên dawîn da bi berhemên dîrokî, alimên baweriyê yên perwerde kir û xweşikahiyên tebîetê va ji bo turîzmê girîng e.
Navçeya bi hewa, av, çiya, berfa zivistanê, hêşinahiya havînê va dişibe "bihuşta li dinyayê" bi gol, çem û şirşirnegên xwe ji gelek ziyaretvanan ra malxwedîtiyê dike.
Piştî operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê navçe gihîşte hizûr û ewlehiyê û nika bala wênekêşan dikişîne.
Îsal kêmzêde hezar û 500 wênekêşî navçe ziyaret kirin, wêneyên xweşikahiyên tebiî û malên ji keviran hatine çêkirin ên bêhempa kişandin.
- "Hîzan ne bi terorê bi çalakiyên çandî tê bibîranîn"
Bulent Hamîtogluyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredar diyar kir ku tebîeta navçeyê bala wênekêşan dikişîne.
Hamîtoglu got ku bi operasyonên serkeftî herêm ji terorê hat paqijkirin û wiha axivî: "Piştî operasyonan ji bo ku rêça terorê jî paqij bikin me dest bi lidarxistina çalakiyên civakî û çandî kir. Me çalakiyên wekî pêşbaziyên wêneyan, hevpeyvîn, konser û gerê li dar xistin. Di van demên dawîn da gelek mêvan tên vê derê. Bi tabetî eleqeyeke mezin nîşanî pêşbeziyên wêneyan didin. Nika li kîjan gundê Hîzanê mêze bikin wênekêşan dibînin. Êdî Hîzan ne bi terorê bi çalakiyên çandî tê bibîranîn."
Îsa Aydogduyê mixtarê gundê Uzuntaşê jî got ku mêvanên ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê tên vê derê li malên xwe dixin mêvan.
Aydogdu got ku bi awayê herî baş ji turîstan ra mazuvaniyê dikin û wiha pê da çû: "Bi tenê îsal kêmzêde 600 wênekêş hatin gundê me. Hinekên wan bi şev li vê derê dimînin. Hinek jî di nav rojê da vedigerin. Heke wênekêş hetanî êvara dereng bisekinin em li malên xwe dixin mêvan. Ew jî ji vê memnûn dibin."
Selda Çetîna wênekêş a ku ji Îzmirê hatiye Hîzanê got li ber xweşikahiyên tebîeta navçeyê şaş û metel maye.