Behçet Alkan
15 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2024
NEVŞEHIR (AA) - Hejmara beşdarên tûra balona hewaya germ a turîsên dixwazin Kapadokyayê ji hewa da temaşe bikin tercih dikin, îsal di serdema rêbendan-cotmehê da bi 583 hezar û 63 kesan va gihîşt rekorê.
Li Kapadokyaya ku di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye û ji hêla dîrok, çand û siruştê va cihekî dewlemend e, tûra balona hewaya germ ji aktîvîteyên sereke ne ku turîst herî zêde tercih dikin.
Li Kapadokyayê îsal di serdema rêbendan-cotmehê da di 182 rojên ku hewa guncav bû da 583 hezar û 63 turîst li balona hewaya germ siwar bûn. Di heman serdema sala 2023yan da jî 473 hezar û 396 kes bi balonê herêm ji esman temaşe kiribû.