09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
NEVŞEHIR
Li Nevşehîrê balona hewaya germ ku tê de turîst hebûn ket erdê. Li gorî agahiyên ewil di qezayê de turîstek mir, 20 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Kapadokyayê balonên hewaya germ ji beleda Goremeyê danê sibê bi hewaya ketin. Ji balonan yek li nêzê beleda Ortahîsarê dema dadiket jêrê li dîreka ceyranê aliqî û ket.
Li gorî agahiyên ewil di qezayê de turîstek mir, 20 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên navenda bajêr.
