Beşir Şavur
14 Adar 2024•Rojanekirin: 16 Adar 2024
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê xebatên ku ji aliyê Qaymeqamtî û şaredariyê va ji bo meha Remezanê tên lidarxistin dest pê kir.
Di çalakiyên piştî nimêjên terawîhan ya li Kolana Haliyê hat lidarxistin da Koma Tilloyê derket ser dikê.
Zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn bi palyaço, Hacivat, Karagöz û karakterên fîlmê kartonî kêf kirin.
Di çalakiyê da koroya ku ji mamosteyên Navenda Perwerdeya Gel a Kiziltepeyê pêk dihat jî derket ser dikê.
Wekîlê Şaredar Qaymeqam Abdullah Şahîn bal kişand ser giringiya yekîtiyê di meha Remezanê da û diyar kir ku çalakî wê heta dawiya hefteyê dewam bikin.
Rêveberê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Abdülkadir Gumuş, nûnerên saziyan û welatî beşdarî bernameyê bûn.