Li navçeya Kiziltepeya (Qoser) Mêrdînê texsiya ku diçû dewetê wergeriya, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Mehmet Bîrlîk (19) bi malbata xwe ve li texsiya ku plaqaya wê 73 FD 628 e, siwar bû ku biçe dewata xizmên xwe. Texsî li ser rêya Qoser û Serê Kaniyê nêzî gundê Alakûşê wergeriya.
Di qezayê de şofêr Bîrlîk û Îhsan Bîrlîk (35) mirin. Gurbet Bîrlîk (22) û kesekî ku hê navê wî ne diyar e, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê, mirî jî birin morga nexweşxaneyê.