24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Sûriyeyiyên ku ji ber şerê li welatê xwe revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê nimêja eydê li konbajaran kirin.
Sûriyeyiyên ku li tesîsa Silêman Şah a li Eqçeqeleyê dimînin li dûrî welatê xwe eyda nimêjê kirin.
Li konbajêr nêzîkî 29 hezarî kes dimînin, sûriyeyiyan li rasta ku hatibû amadekirin sef girtin û piştî xutbeyê ji bo ku derd û jana ku li elema Îslamê tê kişandin bidawî be dia kirin.
Hat dîtin ku gelek kesên hatibûn nimêjê zehf ber xwe diketin.