Önder Beyter
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ŞANLIURFA
Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê Sûriyeyiyên ku li konbajêr dimînin dest bi amadekariyên Eyda Qurbanê kirin.
Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û hatin Tirkiyeyê, ji welatê xwe dûr û di konan da disitirin. Ev mirov ji bo ku cejna xwe li konbajar bi awayekî xweş derbas bikin, qederek e amadekariyan dikin.
Sûriyeyiyên li Navenda Stara Berxwext Akçakaleyê ku qedera 23 hezar kes lê dimîne, dest bi paqijiya Eyda Qurbanê kirin û konên xwe û herwiha mescidan paqij dikin. Sûriyeyî ser û riyê xwe kur dikin û diçin marketên li konbajêr danûstandinê dikin.
Berberê Sûriyeyî Mehmûd Hemûd di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da spasiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirk kir ku ew hewandin.
Hemûd da bibîrxistin ku Eyda Qurbanê nêzîk e û wiha dewam kir, "Ez hêvî dikim ku cejn ji bo alema Îslamê û herwiha Sûriye û Tirkiyeyê bibe wesîleya aştî û aramiyê. Tirk birayê me ne. Ez ji xwedê dixwazim ku wê yekê nesîbê me bike ku em cejna bê li welatê xwe, di bin stara xwe da pîroz bikin."