26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Li Bîracika navçeya şanliurfayê di qezaya tirafîkê da kesek mir û 2 kes jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, texsî û minibêseke ku hê navên ajokarên wan û pîlaqeyên wan nayên zanîn li ser rêya Şanliurfa-Bîracikê di kîlometreyan 7an da li hev qelibîn.
Di qezayê da Halîl Ece (25), Mehmet Genç (23) û Mehmet Bagriyanik (26) ên ku di texsiyê da bûn birîndar ketin, ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîracikê, piştî midaxeleya ewil birîndar sewqî Şanliurfayê kirin.
Ji birîndaran Mehmet Genç ligel hemû midaxeleyan mir.