İbrahim Atmaca
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
VAN
Li Wanê piştî xebatên Şaredariya Îpekyoluyê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê tayîn kir, zarok hînî hunerê bûn û bi alavên muzîkê va li kuçeyan deng vedidin.
Li taxa Bostanîçiya navçeyê di Navenda Çand û Hunerê ya Berîvanê da bi behaneya "perwerde tê dayîn" rêya xerab nîşanî zarokan didan û bi wezîfedarkirina şaredariyê va êdî navend li gor armanca xwe kar dike.
Li navendê di qursên tembûr, kompîtur, resma caman, ebrû, Îngilizî, keman, tezhîb, gîtar, mîna, mûarrak, piyano, resim, kodkirina robotîk, seramîkê da hezar û 500 zarok û mezin perwerde dibin.
Li taxê zarok hînî hunerê dibin û kuçe bi stranên ku zarok dibêjin va şên dibin.
Midûrê Karên Çand û Civakê ya Şaredariya Îpekyoluyê Zekeriya Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan hêngî ku dest bi wezîfeyê kiriye, ew seba zarok û jinan xebatan dikin.
Çelîk diyar kir ku beriya wan firsendên civakî û çandinî nedidan zarokan, zarokan jî piraniya dema xwe li kuçeyan derbas dikir û bi wezîfedarkirina wan va navend cardin hat dîzaynkirin û niha li navendê 60 qurs vebûn û nêzî 5 hezar zarok û jinan jê mifadar bûn.
Çelîk diyar kir, mebesta wan ew e ku zarok ji bo civakê werin qezenc kirin û wiha dewam kir, "Em li vê derê tenê huner û muzîkê fêrî zarokan nakin, di heman demê da em nirxên civakî jî fêrî wan dikin ku berpirsiyariya xwe ya ji bo welat û millet bizanibin. Em encamên pir baş distînin. Di paşerojê da her yekê van zarokan wê tembûrê bijenin, li piyanoyê bixin an jî bibin endezyar, mamoste."
Zarokan got ku wan bi saya serê navendê gihîştin xeyalên xwe û wiha gotin, "Em li kuçeyan konserê didin. Her kes dicive û pir xweş dibe. Em berî niha di vê mijarê da azad nebûn. Vêga hizûr heye û her kes çawa bixwaze dikare wisa hereket bike. Êdî kes qariş me nabe."