Haydar Şahin
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li bendê ne ku li hin bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf bibare û ba rabe.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin lu hewayê ewravî be, li dorberê Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan û Agiriyê berfê bibare.
Dibe ku ber destê sibê û bi şev li herêmê erd bicemide.
Bi şev germahiya hewayê li Tûnceliyê di binê sifirê da 1, li Agiriyê di binê sifirê da 6, li Erziromê di binê sifirê da 7, li Îdir û Erzincanê di binê sifirê da 8, li Qrsê di binê sifirê da 13, li Erdexanê di binê sifirê da 17 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 7, li Erzirom û Erzincan 2, li Tûnceliyê 1, li Qersê di binê sifirê da 1, li Erdexanê di binê sifirê da 2, li Agiriyê di binê sifirê da 3 pile be.
Li navendên xwe şiqitandinê qalindiya berfê li Palandokena Erziromê 94, li Qonaxliya Erziromê 69, li Sarîqamîşa Qersê 81, li Ergana Erzincanê 80, li Yalnizçama Erdexanê 37 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji bo cemeda erdê bagerê, jehra sobe û xazê, tengasiyên rê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.