Li navenda xweşiqitandinê berf gihişte 15 santêmê. Welatiyan xwe avêtin navenda xweşiqitandinê, bi berfê û xweşiqitandinê kêfê dikin.
Midûrê Bajêr ê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê Mehmet Şafî Erîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di betlaneya nîvê salê de gelek kes hatin navenda xweşiqitandinê. Erîm Wiha axivî:
"Kesên ku li Navenda Xweşiqitandinê ya Kupqiran xwe dişemitînin him dîmenê Agiriyê temaşe dikin û him jî di betlaneyê de kêf dikin. Xwendekarên me bi malbatên xwe re tên vir û xwe dişemitînin. Em kêfxweş in ku ew tên û betlaneya xwe li vir derbas dikin."