Li gor agahiyan serê sibê sanciyên Hatîce Keleşê (32) girt. Malbata Keleşê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û Keleşê li wir qîzek anî dinyayê.
Piştî welidandinê bijîşkan tespît kir ku xwîna derguşê û dayikê li hev nagre. Bijîşkan tedawiya ewil kirin û biryar dan ku divê dergûşê hankêve sewqî Wanê bikin.
Li ser vê berpirsyaran ji Fermandariya Tumena 3yemîn a Piyadeyê ya Yuksekovayê alîkariya balafirê xwestin. Balafirê dergûş bire Wanê. Ji wir jî pitik bi ambulansê ve gihandin nexweşxaneyeke taybet.
Hat diyarkirin ku tenduristiya dergûşê baş e.