24 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
AYDÎN
Li Kuşadasiya navçeya Aydinê boteke lastîk a qaçaxan ku dixwestin bi rêyên derqanûnû derbasî giravên Yewnanistanê bibin binav bû. Di encamê qezayê de 11 qaçax xenîqîn 8 jî hatin xilaskirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî a ku ji Fermandariya Ewlehiya Qeraxê hat dayîn, tîman li ser îxbareke ku dibêjin saet 13.57an de li aliyê Davutlarê boteke lastîk ku binav bûye bi 2 firoke û 3 botên ewlehiyê qeraxê midaxele kir.
Di encamê fealiyetên lêgerînê de cinazeyên 11 kesan ji behrê hatin derxistin û 8 kes jî hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku ji bo 3 kesên ku berze ne xebatên lêgerînê dewam dikin.