Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
BALIKESİR
Li Ayvalika navçeya Balikesîrê boteke wisa tê texminkirin 14 endamên Rexistina Terorê ya Fetullahî (FETO) 2 organîzator tê de bûn û dixwestin bi dereqanûnî herin Midîlliya Girava Yewnanistanê binav bû. Di bûyerê da 6 kes mirin, kesek winda bû û 9 kes jî hatin xilaskirin.
Li gor agahiyan bota ku tê idiakirin 14 endamên FETOyê û 2 organîzator tê de bûn bişev bi rê ket ku here Midîlliyê. Bota ku tê da jin û zarok jî hebûn li nêzî Girava Çiplakê ya Ayvalikê binav bû.
Tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ya Ayvalikê dema bişev dewriye diavêtin bota binavbûyî tespît kirin û 9 kes xilas kirin.
Piştî ku hat gotin di botê de tevahî 16 kes hebûn, tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ya Ayvalikê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, Midûriya Ewlehiya Navçeyê û balafirên ji Dîkîliya Îzmirê hatin xebatên lêgerînê dan destpêkirin
Di lêgerînê da jê 3 dergûş, cesedê 6 kesan hat derxistin, ji bo kesê winda bê dîtin jî xebat dewam dikin.
9 kesên ku hatin xilaskirin piştî tedawiya wan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvalikê sewqî Midûriya Ewlehiya Navçeyê bûn.
Piştî lêkolîna li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvalikê cesedê 6 kesan şandin Saziya Tipê ya Adlî ya Bursayê.
Qaymeqamê Ayvalikê Gokhan Gorguluarslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bota ku hewl dida bi dereqanûnî here Midîlliya Girava Yewnanistanê binav bû. Jê 3 derguş, 6 kes mirin, kesek winda bû û 9 kes jî hatin xilaskirin.
Gorguluarslan got ji bo ku kesê winda bê dîtin xebat dewam dikin.