04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Licêya navçeya Diyarbekirê ji ber operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê ketin û derketina 6 taxan hat qedexekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ji bo derdestkirina terorîstên ku li ciyên çiya û daristan çalakiyan li dar dixin li taxmên Qonixlî, Yapraxkoy, Ehmetbeg, Yunluce, Gurbeylî û Hemzebegê operasyonê bê kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê gel li gor Qanûna Îdarekirina Bajaran a bi hejmara 5442yan ji bo ku zirar negihêje welatiyan ji saet 05.00î hetanî fermaneke din a ku bê îlankirin ketin û derketina van herêman qedexe ye.
Ji bo ewlehiya can û malê welatiyan divê her kes li gor vê qedexeyê tevbigere, dema rakirina qedexeyê wê careke din bê îlankirin.