Selahattin Erol
04 Sibat 2023•Rojanekirin: 05 Sibat 2023
Li Midyada navçeya Mêrdînê bi projeyên ku dikevin rewacê pirsgirêkên navmalbatî tên çareserkirin.
Projeyên ku bi hevkariya Qaymeqamtî, Rêveberiya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û Navenda Rêbertî û Lêkolînê dikevin rewacê, berdewam in.
Di çarçoveya projeyê de ji bo kesên ku pirsgirêkên wan ên navmalbatî hene, bêpere xizmeta şêwr û perwerdeya derûnî tê pêşkêşkirin û bi dramayê rêbertî û semînera malbatê tê dayin.
Şêwirmenda derûnî ya li Navendê Seda Kayayê anî ziman ku ji bo malbatên ku pirsgirêka we ya şideta navmalbatî heye piştevaniya derûnî pêşkêş dikin.
Kayayê anî ziman ku li Midyadê peywendî digel 55 malbatî danîne û li gorî pergala randevuyê her hefte seasan li dar dixin.