Beşir Şavur
20 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2024
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di qezayê da 5 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Qiziltepe-Ceylanpinarê otomobîla bi plaqeya 47 ACC 289 ku navê şofêr nayê zanîn qelibî şerampolê.
Di qezayê da A.Y. (23), M.D. (31), F.B.D. (30), M.Y. (50) û M.N.Y. (20) birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê qezayê.
Ekîban kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê.