NİĞDE
Li Nîgdeyê otobês wergeriya û di qezayê de 25 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, otobêsa bi plakaya 61 S 1634 a ku Farûk Akyazi ojovaniya wê dikir, li ser rêya Nîgde-Kayseriyê ji kontrola ajovan derket û wergeriya.
Di qezayê de ajovan Akyazi û ji rêwiyan jî Leyla, Arîfe û Vedat Çinar, Kemal Avci, Bayram Yonca, Salih Altan, Ayşe Sevgî Taşdag, Merve Dalgul, Selen Cuzum, Zafer Doner, Buşra Gul, Tûgba Avşar, Mehmet Korkmaz, Rûsûdan Kuûdadze, Havva û Zeynep Ozturk, Nûrgul Macît Ogûzhan Koksal, Sevgî û Emre Cîrît, Hasan Şîmşek, Osman Yezîm, Îlker Yavûz û Seda Başaran birîndar bûn.
Ekîbên serwîsa acil 112yê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîgdê.
Derbarê qezayê de, lêpirsîn hat destpêkirin.