23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
MÛSIL
Li Mûsila ku operasyona artêşa Iraqê ya ji bo ku bajêr ji destê DEAŞa rêxistina terorê rizgar bike berdewam dike pirsgirêka xurekê dest pê kir. Gelê li herêmên ku ji DEAŞê hatin rizgarkirin bi pakêtên xurekê yên ku Heyva Sor a Tirkiyeyê, hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên arîkariyê yên navneteweyî yên din belav dikin jiyana xwe berdewam dikin.
Li taxên rojhilat ên Mûsilê yên ku demek kurt beriya niha hatin rizgarkirin kêmasiya xurekê, pirsgirêka ava vexwarinê ya paqij û sotemenî û ceyranê heye. Li herêmên bajêr ên ku hatin rizgarkirin di dema belavkirina pakêtên arîkariya mirovahiyê de xirecir derdikeve. Hêzên ewlehiyê ji bo ku di dema belavkirina pakêtên kumanyayê de mirov nedin ser hev car carna gule berdidin hewayê û midaxale dikin. Dîmenê ku derket holê nîşan dide ku pirsgirêka xurekê ya li herêmê çiqas mezin e.
- "Mirov dijî birçîbûnê têdikoşin"
Hat diyarkirin ku rewşa sivîlên li taxa Adenê ya ku ji aliyê tîmên antîteror ên girêdayî artêşa Iraqê ve ji destê DEAŞê hat rizgarkirin gelekî krîtîk e.
Niştecihên taxê yên ku daxuyanî dan nûçegihanê AAyê qal kirin ku piştî ku esker ketin navenda bajêr vir ve ev bi qasî 3 hefteyan e ku sererast erzaq neketiye mala wan û mirov dijî birçîbûnê têdikoşin.
Malbatên ku tercîh kirin ku li Mûsilê di malên xwe de bimînin gotin ku xurekên ku berê niha bi derfetên xwe stok kirin qediyan, di demek kurt de heke arîkariya aliyên hewcedar neyê dê xwe bispêrin kampan.
Sivîlên li taxên li navenda bajêr ên ku lê pevçûn diqewimin jî bi eşyayên sivik ên ku hildigirin bal xwe li wesayîtên eskerî uên ku ji aliyê hêzên artêşê ve ji bo wan hatine texsîskirin tên siwarkirin û wan dibin cihê kontrolê yên pêşmergeyan ên li derveyî navenda bajêr.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) eşkere kiribû ku ji 17ê cotmeha ku destpêka operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûsilê ye di meha borî de nêzî 68 hezarî sivîl ji cihên wan hatibûn kirin.