ŞIRNAK
Walîtiya Şirnexê destnîşan kir ku li navçeya Îdilê di çarçoveya êrîşên terorî da endamê rêxistina terorê yê ku tevî çeka xwe birîndar hat qefaltin, di Şaredariya Îdilê da wekî xebatkarê firmaya taşeron dixebite.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku do di saet 23.20an da endamên rêxistinê bi çekên lûledirêj êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û pevçûn derket.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di pevçûnê da endamekî rêxistinê birîndar bû û wiha hat gotin: "Endamê rêxistina terorê bi çek û jarjorekê va birîndar hat qefaltin. Derket meydanê ku endamê rêxistinê di Şaredariya Îdilê da wekî xebatkarê firmaya taşeron dixebite."