27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
MUŞ
Li Mûşê çinîna kelemên ku li qadeke 3 hezar dekar hatiye ajotin dest pê kir.
Ergun Çolakogluyê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku îsal li qadeke 3 hezar dekar kelem ajotine û got ku ev jî wê qederê 16 milyon lire feydeyê bide aboriya bajêr.
Çolakoglu destnîşan kir ku îsal 10 hezar û 459 ton kelem hatiye ajotin û wiha xeberda: "Li gundê Baglarê (Çirîs) ji sedî 80 kelem tê ajotin. Wek mayîn li gundê Çogurlu, Sutluce û li hin gundên navçeya Tîlê welatî keleman diajon. Kelem di meha gulanê da tên danîn û di meha îlon û cotmehê da Tên ber çinînê. Ji dekarek qederê hezar kelem tê."
Mixtarê Baglarê Yuksel Guler diyar kir ku kelemên ku diajon li bajarên wek Batman, Bitlîs, Wan, Hekarî, Diyarbekir, Sêrt, Bîngol û yên derdorê difiroşin û got ku xelkê gund bi ajotina keleman debara xwe dikin.