27 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê xebatkarên kafe-restorana ku di qefa şikaftekî da hatiye duristkirin, bi navê "Paşa" tûtiyekî ku cinsê wê Jako ye xwedî dikin û îsota ku li bajêr berbelav e didinê. Ev yek bala muşteriyan jî dikişîne.
Karîger Mehmet Çîftçî li bingeha Gola Masiyan a Dîrokî û li pêşa Keleha Urfayê şikeftek li gorî eslê wê restore kir û veguhaste kafe-restoran. Ev der di serî da tûrîstên biyanî û xumalî, bûye mekanê sereke yê gelek Rihayiyan jî.
Sedema qelebalixiya li restoranê ne bi tenê şêweya wê ya dîrokî ye, herwiha her roj gelek muşterî bona dîtina tûtiyê bi navê Paşa ku 3 sal berê hevalekî wî diyariyê xwediyê kafeyê kiribû, tên kafeyê.
Li restoranê îsot û fistiqa binerd didin Paşê ku cinsê wê Jako ye û herwiha li restoranê her zêde Paşê bala zarokan dikişîne. Mişterî bi Paşêyê 8 salî yê ku maseyan yek bi yek digere henekan dikin û wêneyan digirin.
- "Em li gorî şert û mercên Şanliurfayê xwedî dikin"
Şefê xwaringehê Mehmet Aslanlarê ku ji nêz va bi Paşê ra eleqedar dibe, daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku wan 8 sal berê şkeft veguhast kafe-restoranê.
Aslanlar destnîşan kir ku tûtî 3 sal wekî diyarî ji wan ra hat û wan navê Paşa lê kir û bi xêra Paşê, ew bi taybetî bala zarokan dikişînin.
Aslanlar bal kişand ku mişterî eleqeyeke germ nîşan didin û wiha xeberda, "Em mîna heval û birayekî li Paşê mêze dikin. Em wê li gorî şert û mercên Şanliurfayê xwedî dikin. Em berhemên mîna îsot, çay, sêv û fistiqa binerd didinê. Em bertekên xweş distînin. Zarokên ku tên vir bi tûtî ra dilîzin. Paşê ajalekî jîr e û me hîç nabetilîne."
Pispor tûtiyên ku cinsê wan Jako ye û li Tirkiyê wekî "tûtiyê gewr" tên zanîn wekî "cinsê herî jîr" diwesifînin. Jako bi perwerdeyeke baş dikarin heya hezar peyvî jiber bikin û qedera 80-90 salî jî emr dikin.