Ömer Varlık
04 Gulan 2026•Rojanekirin: 04 Gulan 2026
Li Mûşê guldexwînên ku bi awayekî siruştî hêşîn dibin, bi tevdîrên ku ji hêla Midûriyeta Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî û gundparêzan hatine dîtin va tên parastin.
Ev guldexwînên ku li herêma Çîzmeburunê ya 1800 mêtro bilind e hêşîn dibin û sirûştê dixemilînin, ji bilî niştecihên herêmî, bala mêvanên ku tên bajêr jî dikişînin.
Ekîbên Midûriyeta Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî û gundparêz guldexwînan diparêzin û hişyarî didin gel ku ew zirarê nedin van kulîlkan.
Ji ziyaretvanan Ferhat Saysal ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ew ji bo ku guldexwînan bibîne hatiye û ji ber parastina wan kêfxweş e.
Saysal wiha axivî: "Walîtiya Mûşê û Midûriyeta Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî van xweşikiyên siruşê diparêzin û kontrol dikin ku ev pir girîng e. Ya ku me gelemperî dît ew e ku mirov ji bo vê xweşikiyê bibînin û vê kelecanê bijîn tên li vir. Em jî ji her kesî ra pêşniyaz dikin ku bila bên û van guldexwînên ku emrê wan kin e bibînin. Divê mirov zirarê nedin bi van cure xweşikiyan."