Önder Beyter
10 Hezîran 2019•Rojanekirin: 11 Hezîran 2019
Şaredariya Mûşê dest pê kir û li ser kuçe û kolanên bajêr şitl û gihayên xemlê yên demsalê datîne.
Ekîbên Midûriyeta Parq û Baxçeyan, Xaçerêya Ataturk û Kolana Îstasyonê di serî da, li tevahiya parq û refujiyên li ser kolan û kuçeyên bajêr dest bi danîna şitl û kulîlkan kirin.
Şaredar Feyat Asya di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li bajêr piştî temambûna xebatên binesazî û yên mayîn, ji bo ku dêm û dîmena bajêr xweşik bibe, wan dest bi danîna şitl û kulîlkan kirin.
Asya destnîşan kir, armanca wan ew e ku Mûş bibe bajarekî bêtir bi keskayî û wiha dewam kir:
"Gava me şaredarî wergirt, me qada keskayiyê ku 46 hezar metrekare bû, derxist 400 hezar metrekareyî. Bi projeyên wekî Gera Laleyan, Parqa Golê, Parqa Ehmedê Xanî, parqên me yên li taxan û qada bajêr va em ê li Mûşê seyrangehên wihareng çêbikin ku dê têra 100 salên pêşiya me jî bikin. Di serdema pêşiya me da jî hewildan û xebata me dê bidome da ku rêjeya keskayî û parqên lîstikê zêdetir bibe."
Endazyara Peyzajê Dîlan Karahan Yoldaşê jî diyar kir ku di çarçoveya xebatên verastkirina jîngehê da wan 500 şitl, 10 hezar gihayên xemlê û 6 hezar şitlên celebeke cuda danîn.