Abdullah Tel
09 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Şaredarê Mûşê Feyat Asyayê li xebata danîna çîçekan mêze kir, ji berpirsan agahî hilda û destnîşan kir ku bi germbûna dinyayê va wan li park û refûjên bajêr çîçek danîn û çîm ajotin.
Asya ragihand ku ew ê li hemûn cihên hêşînayî heye bi çîçekan bixemilînin û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku kolan, park û cihên hêşînayî yên li bajêr çîçekên rengrengî daynin. Em dixwazin Mûş bila xweş xuya bike. Îsal ji ber vîrusa koronayê xebatên me piçekî derneg ketin lê li çar aliyê bajêr me dest bi xebatên xwe kir. Li hin taxan jî ji bo firehkirina rêyan me dest bi xebatê kir."
Şaredar Asya got ku parkên li bajêr ku ji ber tevdîrên vîrusa koronayê sînorkirî bûn ji 1ê Hezîranê vir va êdî di xizmeta gel da ne.