Sabri Yıldırım
12 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2021
Li Yunorena gundê ser Korkuta navçeya Mûşê welatî kevneşopiya ku bi salan e heye hê jî didomînin û penêr û toreqA xwe di bin erdê da vedişêrin.
Welatiyên debara xwe bi heywandariyê dikin penêr û toraq, mast û rûnê ku havînê ji bo amadehiya zivistanê berhev dikin di kîlerên bin erdê da vedişêrin.
Ji ber ku ax sar e zexîreya welatiyan bi vî awayî xera nabe û seranserê zivistanê ew li gorî hewcedariya xwe derdixin û dixwin.
Zeynel Abîdîn Ugurluyê 67 salî ku bi heywandariyê debara mala xwe dike diyar kir ku ew penêr, toraq û qatixê xwe di kîlerên bin erdê da vedişêrin û wiha domand: "Em wan nakin sarincê. Kîler gorî sarincê çêtir e. Kîlerên me yên bin erdê baş in. Me ji bav û kalên xwe çawa dîtibe em wisa didomînin. Em ê vê kevneşopiyê hînî zarokên xwe jî bikin înşeallah."
Zekiye Gulê jî got ku ew zexîreya xwe ya ji bo zivistanê bi vê rêyê diparêzin û di bin erdê da vedişêrin û wiha pê da çû: "Kîlerên me bi qasî 2-3 metreyî di bin erdê da ne û ew havînê hênik û zivistanê jî germ in û ji ber vê jî zexîreya me xera nabe."